KDC

Jin Û Mêrekî Merîwanî Li Yûnanistanê Xeniqîne

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, jin û mêrekî Merîwanî yên bi navê Celîl Rewangerd ê 34 salî û Sumeye Cemxane ya 28 salî, dixwestin bi rêya Girava Siris a Yewnanîstanê biçine Ewropayê di Deryaya Egeyê de xeniqîne.

Birayê Sumeye Abdullah ku ew bi wan re bûye got, di saet 21:00an de dema xwestin derbasî bajarê Atînayê bibin ji ber ku erdnîgariya herêmê nas nedikirin û tarî bûye, xwuşka wî nikaribûye bimeşe, ava çemî bi xwe re biriye û zavayê wan jî li dû wê çûye û her du yan jî jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê Celîl piştî çend saetan hatiye dîtin û roja Pêncşemê jî cenazeya xwuşka wî hatiye dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku Abdullah niha li qereqoleke polîsan a li nêzikî bajarê Salanîkê ye.

___

Tîma Kurdên Brîtanya dawiyê bi xuleke Futbolê anîn

nusar1

Navenda Rewanda Kurdistanî-Norwecê peyameke pîrozbahiyê ji Partiya Demokrat re şand
 

KDC

Bernameyeke Taybet Ji Rewend FM Li Ser Komkujiya Helebceyê 

KDC