KDC

Konfederesyona Revenda Kurdistanî Peyamek Ji Kampanyaya Welatiyên Bakurê Kurdistanê Re Şand

Konfederesyona Revenda Kurdistanî peyamek ji kampanyaya civakî ya gelê Bakurê Kurdistanê re şand û ragihand ku ew mafê fermî yê perwerdeyê ya ji bo zimanê Kurdî û bikaranîna vebijêrkên dersên kurdî weke derfet dibînin û banga parastin û xwedîlêderketina zimanê Kurdî dikin.

Peyam:

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, piştgiriya kampanyaya saziyên sivîl-demokratîk, siyasî, Baroyan, welatiyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo bikaranîna derfeta bijardeya zimanê Kurdî dike.
Her çend wekî Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em mafê fermî yê perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî dipejirînin jî bikaranîna bijardeya dersa Kurdî, di vê rêyê de wekî derfetek dibînin.
Ji malbatên Kurd, gencên Kurd daxwaz dikin, vê derfetê bikarbînin. Xwedî li zimanê xwe derkevin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

___

Wergirtina destûra fermî ya Navenda Belçîka

KDC

Kopa Rojava li stadyûmeke dîrokî ya Almanyayê dest pê dike

Karzan

Wezîra Karên Civakî ya Swêdê: Agahiyên Şaş Li Ser Revandina Zarokên Misilmanan Hatine Weşandin

KDC