KDC

Swêd: Em Ê Mafê Xebatê Nedin Penaberên Ku Li Kampan Najîn

Wezîrê Koçberiyê yê Swêdê Anders Ygeman diyar kir ku hikûmet dixwaze qanûna penaberan bişidîne, penaberên ku li kampan nejîn nikarin bixebitin.

Li gorî Radyoya Swedê, Wezîrê Koçberiyê pêşniyar kiriye ku ew ên serlêdana penaberiyê dikin divê di kampên koçberan de bijîn an jî cihekî ku ji aliyê dezgehên koçberan ve hatiye destnîşankirin, da ku mafê wan ê karkirinê hebe.

Li gorî pêşniyara nû, her penaberekî ku ne li kampan be, li mala kesekî yan jî ji xwe re cihek peyda kiribe, êdî mafê kar nayê dayîn, wê mafê xebatê tenê ji bo penaberên ku li kampa penaberan in, an jî cihên ku saziyên koçberiyê diyar kirine dijîn bê dayîn.

___

Serokwezîrê Swêdê: Faşîstên rastgir û Misilmanan nefret belav kirine

KDC

Agahdarî Ji Bo Kurdên Li Derveyî Welat, Endam û Alîgirên Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Hannoverê Kom Bû 

KDC