KDC

19 Koçberan Jiyana Xwe Ji Dest Dane

Yûnanistanê li koçberên ku dixwestin bi rêya qaçax derbasî Ewropayê bibin xistiye, ew tazî kirine û ew li bin sermayê hîştine. 19 koçberên ku di bin sermaya zêde de mane jiyana xwe ji dest dane.

Li nêzî peravên Marmarîs a Mûglayê jî, gelek koçberên ku dixwetin derbaeî Yûnanistanê bibin ji aliyê nobedarên peravên Yewnanîstanê ve paş de hatine vegerandin, keştiya wan a plastîk niqûmî avê bûye lê ew hatine rizgarkirin.

Fermandariya Ewlekariya Peravê ya Tirkiyeyê ragihandiye ku piştî hatina agahiyên li ser hebûna koçberan li ser keştiyeke plastîk tîmên ewlekariya peravê berê xwe dane wê herêmê û karibûne 72 koçberan rizgar bikin.

Koçberên ku hatine rizgarkirin radestî daîreya koçberiyê ya Muglayê hatine kirin.

___

Konfederasyna Revenda Kurdistanî serdanaKomeleya Kultûrê Kurdî li Leverkusen Kir.

nusar1

Serdana KB ya Konfederasyona Navenda Kurdistanî Berdewam e 

KDC

MÎTê Jineke Kurd Ya Parêzer Li Efrînê Revandiye

KDC