KDC

20 Parlementerên Swêdî û Serokê Mixalefeta Şaredariya Stockholmê Piştgiriya Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Dikin 

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Kovan Amedî, bi nameyekê ji partiyên siyasî, parlamenter û siyasetmedarên Swêdî, ji bo kampanyaya perwerdeya bi zimanê Kurdî û qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî li Tirkiyeyê bê naskirin, daxwaza piştgiriyê kir.

Her wiha serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmail Kamil jî bi îmzayê piştgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî dûpat kir.

FKKS, daxwaza piştgiriya perwedeya bi zimanê Kurdî, wek kampanyayek daye ber xwe û heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî li Tirkiyeyê wê di kampanyaya zimanê Kurdî de her berdewam be.
Em ji nuha ve bo piştgiriya zimanê Kurdî, spasiya parlamenter û siyasetmedarên Swêdî û Kurdên welatparêz dikin.

FKKS

___

Navenda Düsseldorfê Kongreya Xwe li Dar Xist

Harmn

Afrîn û binpê kirina mafê mirovan

KDC

Dîroka Vegera Koçberên Iraqî Diyar Bûye

KDC