KDC

Alîkariyên Leşkerî Yên Swêdê Gihîştine Ûkraynayê 

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Swêdê dibêje, alavên leşkerî yên Swêdî ji bo piştgiriya Artêşa ûkraynayê gihîştine Ûkraynayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Swêdê Mîchael Bîden di hevpeyvîneke xwe ya ligel televîzyona Swêdê de diyar kir ku ji bo piştgiriya Artêşa Ûkraynayê, alavên leşkerî yên Swêdê niha di destê Artêşa Ûkraynayê de ne.

Hikûmeta Swêdê berî hefteyekê biryar dabû ku bi çekên zirxî ew ê piştgiriyê bidine Artêşa Ûkraynayê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Swêdê bawer dike ku rewşa ewlekariyê li Swêdê bi demê re xirabtir bûye lê şerê Ûkraynayê tê wateya rewşeke tevahî ya nû.

___

Çalakvanekî Kirmaşanî Hatiye Desteserkirin

KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Kurdên Yarsan re

Harmn

Bombek Bi Çekdarên Heşda Şebî Ve Teqiya

KDC