KDC

Wezîrên Derve Yên Rûsyayê Û Ûkraynayê Wê Li Tirkiyeyê Bicivin 

Ajansên nûçeyan ên Rûsî ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê ligel Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dimitri Koliba bicive.

Li gorî ajansên nûçeyên Rûsyayê, dê civîn di 10ê Adarê de li bajarê Antalya ya Tirkiyeyê bê li dar xistin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu jî îro ragihand ku Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dimitri Koliba û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov razî bûn ji bo civîneke diplomatîk li bajarê Antalyayê bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema destpêka êrîşa Rûsyayê vir ve, ev yekemîn civîna Wezîrên Derve yên di navbera aliyên Rûsya û Ûkraynayê de ye.

___

Agrî Newroz Hollanda 

KDC

Doktorayek li Fransa li ser komkujiya kurdan di helmeta Enfalê de

Karzan

Şifa Barzanî di Konferansa DiaKurd de Stratejiya Yekrêziya Neteweyî û Rola Diyasporayê Pêşkêş Kir

Karzan