KDC

Li Fransayê Du Kes Bi Tawana Qaçaxiya Koçberan Hatine Girtin 

Du kesên ku bi qaçaxçitiyê dihatin tawanbarkirin, ji ber şandina koçberan ji bo Brîtanyayê hatin cezakirin.

Li gor lêkolînekê li bajarokê Odingen a bakurê Fransayê di şeva 27-28 Gulan a 2021 de dest pê kir û paşê polîsên Fransî di otomobîlekê de alavên deryayî dîtin. Lê piştî ku telefona wan şopandin ew sê caran li peravê hate dîtin. Wan kesan di dawiyê de qebûl kirin ku qaçaxçitiya koçberan kirine.

Pismamekî wî kesî hate desteserkirin û ew jî li xwe mikur hat. Dadgehê yek ji wan bi 24 mehan û yê din jî bi 8 mehan cezaya girtîgehê birî.

Serokê Komeleya Rizgariya Deryayî ya Neteweyî Alan Lîdagnell ji malpera The Migration News re axivî û diyar kir ku peravên Bakurê Fransayê di nava çend mehên dawî de zêdebûneke girîng li hejmara koçberên neqanûnî yên hewl didin xwe bigihînin Brîtanyayê dîtiye.

Li gorî rayedarên Îngilîz, di Çileya 2022an de bi qasî 1341 koçber gihîştine Brîtanyayê û bi 6 qatan zêdetir bûye.

___

SERSAXÎ

KDC

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

KDC

Welatên Hevpeyman: Em Girêdayî Hevkariyên Xwe Yên Bi Herêma Kurdistanê Re Ne

KDC
KDC

FREE
VIEW