KDC

Li Ser Sînorê Îspanya Û Fransayê Koçberek Winda Bûye 

Rayedarên Baskê yên li Îspanyayê ragihandin ku di 13ê Adarê roja Yekşemê de koçberek di çemê Prestîge ya navbera Îspanya û Fransayê de winda bûye.

Di daxûyaniyê xwe de hate diyarkirin ku sê kes ketine çemî û tenê du ji wan derbas bûne. Piştî ku çenteyek hate dîtin tîmên lêgerînê hatin çalakkirin.

Lêgerînên ku roja Yekşemê di saet 16:00an de dest pê kirin, wê heta roja Duşemê bên dewamkirin.

Bi tevî zêdebûna kontrolên di navbera sînorê Fransa û Îspanyayê de koçber ji bo ku derbasî Fransayê bibin rêyên xetere digirine ber xwe.

Sala borî li Pedasuwa sê koçber, yek ji wan Ganayê xeniqîn û di meha Cotmehê de sê Cezayîrî ji trênê ketine xwarê û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî îstatîstikên fermî yên sala borî 13 hezar û 164 hewldanên ketina xaka Fransayê hatin betalkirin.

Li gorî rayedarên Fransayê nîvê wan ji Fasê ne û hinek jî ji welatên çolê yên Afrîkayê yên wek Malî, Gana û Senegalê ne.

___

Li Jutlanda Danîmarkayê Navenda Revenda Kurd Hate Damezrandin

KDC

Neviya Helbestvan Hesîb Qeredaxî Klîbeke Nû Weşandiye

KDC

Co Baydin: Min ferman da ku reşandina karê dijî mîlîşyatên Îranê bê belav kirin

KDC