KDC

Li Vîyanayê Newroz Hate Pîrozkirin 

Roja yekşemê 20/03/2022 li Awusturya Viyanayê bi alîkariya sê rêxistinên Kurd ji aliyê Navenda Revenda Kurdistanî, Çand û Civaka Kurdî, Club Tima Futbole Kurdvin, cejna Newrozê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Di destpêkê de Birêz Nizar Musa serokê Navenda Revenda Kurdistanî, bi xêrhatina beşdarên cejnê kir û behsa Cejna Kurdî ya Newrozê kir.

Piştî pêşwazîkirin û pîrozbahîyê sirûda neteweyî Ey Reqîb hat xwendin.
Hêjayî gotinê ye ku di pîrozbahiya Newrozê de sê hunermendên Kurdistanî hunermend Abdilbasîd Darayî, Saman Ebasî, Huner Nêçîrvan, stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin û em wek sê rêxistinên Kurd bi dilsozî spasiya dikin û di cejna Newrozê li wan jî pîroz dikin.

Em hêvîdar in di pêşerojê de jî bi hev re bê westan xebatan û çalakiyan li dar bixin.

___

LEZGÎN: Şîfa Barzanî li ser navê Kurdên diyaspora bi Senator Jack Johnson re civiya.

KDC

Serokê Kurdish FC spasîya Bextyar Weys kir

KDC

Payama Serok Barzanî Yabi helkefte serè sala nû ya zayînî

nusar1
KDC

FREE
VIEW