KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Nurnbergê Newroz Pîroz Kir 

Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Nurnbergê bi beşdariya gelê Kurd ê wî bajarî cejna neteweyî ya Newrozê bi beşdarî û hevkariya KOMKAR, Partiya Demokrata Kurdistan û Hizba Demokrata Kurdistana Îranê pîroz kir. Di ahengê de Dr. Abdullah Dartaş li ser mijara têgeha dîrokî ya Newrozê û cejna me ya neteweyî axavtinek kir û Birêz Xoşewî Mîrza Sadiq li ser navê hemû partî, kom û navendan axaftinek kurt kir. Bi vêxistina î agirê Newrozê, sirûda neteweyî û stran û govendan coşa beşdaran bilind bû, piştî çend demjimêran şahî bi dawî bû.

___

SERSAXÎ

KDC

Salvegera Enfalê

kurdish dc

Neteweyên Yekbûyî : Sê parên penaberên Ûkraynayê venagerin welatê xwe  

KDC