KDC

Civîna Komîteya Giştî Ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hat Lidarxistin

Ji bo nirxandina helwest û çalakiyên Navendên Revenda Kurdistanî û hilbijartina Komîteyên Çavdêrî û Şêwirê, Konfederasyona Revenda Kurdistanî civînek li dar xist.

29.04.2022 li ser înternetê di saet 21:30an de gotûbêj li ser hin mijaran hatin kirin bi mebesta pêşvebirina karê konfederasyonê di demê kombûnan de û temamkirina pêşniyar û biryarên kongreya Hewlêrê.

Civîn ji aliyê Serokê Konfederasyonê ve hat birêvebirin û Cîgirê Serok çend zanyarî dan.

Pişt re ji bo raporên çalakiyan, bernameya navendan, konfederasyon, komele, platform û rêxistinan çend nirxandin hatin kirin û hin mijarên din jî hatin gûftûgokirin.

Xaleke din jî ew bû ku Birêz Rehîm Reşîdî (Mr. Kurd) weke endamê Desteya Rêveberiyê ya Konfederasyonê hate hilbijartin.

Xala dawî dengdana li ser hilbijartina Komîteya Çavdêrî û Komîteya Şêwirê bû.

Komîte bi vî şiklî hatin hilbijartin:

Komîteya Şêwirê:

1- Hifzullah Nêrweyî, Swêd

2 – Şêx Ceza, Almanya

3- Diyar Mele Mihemed Emîn, Belçîka

4 – Ferîdûn Reza Koyî, Brîtanya

5- Kardo Mihemed Ebdulkerîm, Swîsre

Komîteya Çavdêr:

1- Selam Kurde, Swêd

2- Yadgar Emîn, Norwêc

3- Şû’le Hebîb, Holanda

4- Jiyan Şêx Selam, Almanya

5- Mazlûm Ronî, Belçîka

___

Roja Neteweyî ya Padîşahiya Belçîkayê

Harmn

Navenda Revenda Kurd Sersaxî Ji Malbata Hunermend Selah Resûl Re Xwest

KDC

Almanya: Konfederasyon û Navenda Rewanda Kurdistanî dê beşdarî salvegera şoreşa Îlonê bibin 

KDC