KDC

Pêşengeha Hevbeş a Hunera Kurdî û Elmanî

Wezareta Çandê ya Almanyayê bi serpereştiya koma hunerê Reng ARTê amadekariya pêşangeheke hevbeşa hunerî ya Kurdî û Elmanî dike. Xebereke xweş ji bo dilxwazên hunerê yên ku dixwazin têkiliya nêzîk a hunerê bibînin.
Piştî navbereke dirêj a ji nexweşiya Koronayê, di dawiyê de biryar hat dayîn ku pêşangeheke hevpar a hunermendên Kurd û Elman li bajarê Krefeld ê eyaleta Nordrain Westphalia bê lidar xistin. Dê 48 hunermend tevlî bibin, 6 peykersaz û 42 wênesaz in. Ji 10 welatên cûda dê hunermend beşdarî bibin û hunerên xwe yên ciwan nîşan bidin.

Ji roja 09.07.2021an heta 01.08.2021an berdewam dibe.
Bi dema Ewropayê di saet 19.00an de roja Îniyê dest pê dike.
Navnîşan :
Südbahnhof
‏ Saumstraße 9
‏47805 Krefeld

‏INTERKUNST
‏Gefördert über
‏Künste im interkulturellen Dialog


___

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî li gel Sekreterê grûpa APPG ya parlementoya Berîtanyayê civiya

KDC

Swêdê Cezaya Heps û Dersînorkirinê Li Penaberekî Biriye

KDC

 Cîgirê serokî Konfederasyona Rewanda Kurdistanî bi hin Kurdên li bajarê Rheine dijîn re hevdîtin pêk anî 

KDC