KDC

Li Rojavayê Kurdistanê di derbarê kêmbûna avê û rewşa koronayê de hişyarî tê dayîn

Neteweyên Yekbûyî hişyariya kêmbûna ava vexwarinê û zêdebûna belavbûna koronayê li bajarên Rojavayê Kurdistanê da.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî di raportekê de ragihand ku projeya avê ya Elûkê ku avê dide nêzî nîv milyon kesan, rawestiya ye û wê pirsgirêkên cidî ji bo welatiyên bajarên Rojavayê Kurdistanê derkevin holê.

Her wiha destnîşan kir ku projeya ku avê dide şêniyên Hesekeyê, di bin kontrola komên nêzî Tirkiyeyê de ye û dibe ku bi temamî ji nav biçe.

Baregeha girêdayî NYyê jî hişyariya belavbûna Coronayê ji herêmên di bin kontrola Kurdan de li Sûriyê û bi taybet li kampa El-Hewla da.

Ofîsê tekez li ser hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo avakirina projeya ava vexwarinê ji bo welatiyên herêmê û vaksînlêdana Coronayê kir.

___

Xwepêşandana Navenda Revenda Kurdistanî li Brîtaniya yê

KDC

Cejna netewî Newroz li Kolnê bi Coşek Mezin Hat Pîrozkirin.

Harmn

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi Boneya Karesata Enfalê Peyamek Belav kir.

Harmn