KDC

Xewin 


Li benda sozê me
Li hêviya rojê me bendewarya peyvê me
Li hêviya hevdîtinê me
Şev bûrî
Dem bihurî
Lê soza te bê deng maye
Çav li rê westiya ye
Bi tenê li hawêra gerya ye
Bê pêjin
Lê xerîb û beyaniyê
Ta sozan bi dûr dixîne
Can diwestîne
Bihuşta dil naxemilîne
Ronahiya evînê diçlmisîne
Gazna hêviyan ji hev dur dixîne
Ey sozdarê bê soz
Bese derngî
Hêviya me bi çî bîne
Bi evînêre xemla bi civîne
Bexçê gulan bi xemlîne
Soza xwe da bi çî bîne

Yusra Zibêr

___

Li bajarê Bînghamton ê New Yorkê ala Kurdistanê hate hildan

KDC

Parlamentoya Swêdê bawerî bi hikûmetê anî

KDC

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd şeva helbestan li dar dixe

nusar1