KDC

Hewldana Kuştina Rojnamevanê Herî Bi Hêz ê Hollandayê

Di 6-7-2021 roja Sêşemê rojnamevanekî Hollandî yê bi navê Peter Rd Fries li Amsterdama paytexta Hollandayê hewldan ku bi guleyan wî bikujin.

Peter R. D. Fries, bi karmendên xwe yên jêhatî re li sûcdaran digeriya, alîkarî dida mexdûran, karên veşartî derdixist holê û bi wêrekî berê xwe da her derê Hollandayê û li derveyî Hollandayê da ku rastiyan eşkere bike û edaletê ji xwediyên mafan re vebêje. Tiştên ku vî rojnamevanî kir, hikûmet û polîsên Hollandayê nikaribûn bikirana, vî rojnamevanî gelek dozên sûc, dizî, bertîl û neheqiyê vekir û kete pêy rastiyan û karibû mafên xelkê vegerîne û sûcdaran derxîne dadgehê.

Sê sûcdar hatin girtin û rojnamevan niha di bin çavderiyê de ye.

Hewldana kuştina Peter Erd, bi kuştina demokrasî û edaletê ya li Hollandayê re wekhev e. Ev gotinên hevalên wî, medyaya Hollandayê û mala Keyp Hollandayê ye.

___

Navenda Otavayê: li Parlamentoya Kanadayê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi bîrtîne

KDC

Neteweyên Yekbûyî : Li cîhanê hejmara penaberên bi zorê hatine koçberkirin 100 mîlyonî derbas dike 

KDC

Şîfa Barzanî bi amadebûna Wezîra Derve ya Norwêcê ligel Kurdistaniyên diyasporayê civiyaJa

KDC