KDC

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awustralyayê civîna xwe ya asayî li dar xist

Navenda Rrwanda Kurdistanî-Australya ji bo lêkolînkirina çalakiyên xwe yên berê civînek asayî li dar xist û plansazî ji bo pêşeroja xwe amade kir.

Êwara roja yekşembîyê 2/10/2022 desteya rêvebirîya Navenda Rewanda Kurdistanî-Awustraliya bi amadebûna Ebdulwehab Talebanî û berpirsên navendî û endamên desteya rêvebirîya yaneya Yasîn Barzanî û Idrîs Salih Berwarî û Sefîn Elî kom bûn da ku çalakîyên xwe yên berê di ber çavan re derbas bikin û proje û çalakîyên xwe yên nû pêk bihînin 

Di destpêka civînê de endamên Navenda Rewanda Kurdistanî-Awustraliya xemgîniya xwe ji ber bombebaranên rejîma faşîst a Îslamî ya Îranê ku berê xwe dabû xaka Herêma Kurdistanê û her wiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serhildana gelê têkoşer ê Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan

Paşê biryar hat dayîn ku hin çalakî werin lidarxistin, wekî lidarxistina merasîmeke rêzgirtinê ji bo helbestvan û romannivîsê bakurê Kurdistanê mamoste Raza Çolapan, helbestvanê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê mamoste Hemîd Reşîdzarza û yên din.

Hêjayî gotinê ye ku sê endamên navendê ji ber sedemên cuda nekarîn beşdarî civînê bibin .

___

Serokê dîska rewanda kurdî ya li baregehê Barzanî û şandeya pê re serdana wezareta perwerdeyê kirin  

KDC

Yekemîn Kursa Zimanê Kurdî li Bajarê Leipzigê yê Almanyayê Dest Pê Kir

Karzan

Konfederesyona Rewanda Kurdistanî jiber kombûna gelê Kurdistanê peyamek weşand

KDC