KDC

Belcîk : li bajarê Leuven ya Belçîkayê xwepêşandanek li ber avahîya şaredarîyê hat li darxistin 

Di 22.10.2022 Navenda Rewanda Kurdistanî / Belcîk li bajarê Leuven ya Belçîkayê xwepêşandanek li ber avahîya şaredarîyê hat li darxistin û dirûşma Jin, Jîyan Azadî piştgirî da Raperîna  Rojhilatê Kurdistanê. 
Di xwepêşandana li meydana qelebalix a li ber avahiya bajêr de, heyetek mezin a jinan a ji Rêxistina Aştiyê ya Leûvenê beşdar bûn. Ji partiya N-VA; di xwepêşandanê de parlamenter Daria Safai û Serokê Bajarê Leuvenê Birêz Carl Mortier û Endamê Konseya Şaredariya N-VA Birêz Kattelînî DeDûroder û Berpirsyarê Partiyê Birêz Lîsbeth Strobandt amade bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. Piştî axaftinên Serokê Komîteya Jinan a Belcîka birêz Ronî Mezlûm Dilî û birêz Nassek Nasirî, Serokê Komeleya Hefî Ekrem Hemo, Berdevkê Partiya Demokrata Kurd a Başûr piştî axaftinê axivîn.
Ji bilî van kesan hin kesên di nava beşdaran de helbest xwendin û stran gotin. Gelek kesên ku di meydanê re derbas dibûn jî gelek pirs kirin. Xwepêşandan bi diruşmeya jin , jiyan û azadiyê bi dawî bû .

___

Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîka Kongreya Xwe ya Salane Pêkanî

Harmn

Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Swêdê li mizgeftan bi hêrs qanûnan tund dike 

KDC

Konfederasyon daxwazê ji Kurdên li Danîmarkayê dike dengên xwe bidin Barîkan Îsmaîl

Harmn