KDC

KANADA : HINEK KESATÎ Û ÇALAKVANÊN KURD PIŞTEVANÎYA XWE JI NAVENDA REWANDA KURDISTANÎ RE DAN NÎŞANDAN 

Roja Şemîyê 06.11.2022 Li Ottawa ya Paytexta Kanadayê, Navenda Rewanda Kurdistanî vexwendinek û kombûneke mezin bo partî, kesayetî û bizavkarên Kurd pêk anî. 

Armanca civînê balkêşandina bername û xebata rewanda Kurdistanê weke navendek bo komkirina tevahiya rewanda Kurdistanê bêyî cudahî û pêwendiyên hizbî, ku tenê bi mebesta sûdwergirtin ji şiyan û şîyana rewanda Kurdistanê bo xizmetkirina gelê Kurd e û di nav wan de jî nerînên xwe anîn ziman û bala wan hat kişandin û paşî hîngê berpirs û karmendên akincî û rêvebirîya navenda rewanda Kurdistanî-Kanada bi dilekî mezin bersiva hemû pirsên wan dan 

Di heman demê de derî li ber endametiya Kurdan li Otawa vebû û bi bextewer her kes bi xweşbînî biryar da ku piştgîriya Kurdistaniyan bikin daku bi hev re kar bikin bo bidest xistina civatên gelê Kurd û piştgîrî kirina Rojhilatê Kurdistanê bi hemû hêz û şiyanên xwe 

Hêjayê gotinê ye, ku Aso Ferec cihgirê rêvebirê helwêsta Kurd li Otawa şadbûna xwe da nîşandan û spasîya navenda rewanda Kurdistanê kir .

___

Li Swêd 80´mîn Salvegera PDK´ê Hate Pîrozkirin!

Xelan

Serokê Kurdish FC spasîya Bextyar Weys kir

KDC

Navenda Revende Kurdistanî bi şandeke Partiya Pakê re civiya

KDC