KDC

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg ji bo piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li darxist 

Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg bi amadebûna hejmareke giring a Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê meşek ji bo piştgiriya xwepêşandêrên ji Kurdên Rojhilat û Îranê li dar xist û tê de gotara organîzator, partî û çalakvanan di rojnameya bajêr de weke nûçeya giring hate xwendin û weşandin

Roja Yekşemê 20.11.2022 Navenda Rewanda Kurdistanê-Wolfsburg xwepêşandanek li dar xist jibo piştevanîkirina xwepêşandanên li bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê.

Meş bi beşdariya Navenda Rewanda Kurdistanê û miletê Îranî bi qîrîna dirûşmên jin, jiyan, azadî, li stasyona trenê ya bajêr heta pêşiya şaredariya Wolfsbûrgê pêk hat.

Piştre organîzatorê meşê Salar Kerkûkî axaftinek bi zimanê Elmanî kir û piştre axaftinên partî û çalakvanan hatin xwendin.

Di meşa ku di rojnameya Wolfsburg a bajêr de hat weşandin, hejmareke girîng a Kurdistaniyên ji parçeyên Kurdistanê beşdar bûn .

___

Balyozê Îsraîlê Li Behreynê Bi Wezîrê Parastinê yê Endonezyayê Re Civiyaye

KDC

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Manî Hisênî Kir

KDC

Cenazeyên du ciwanên Kurd vegerandin Kurdistanê

KDC
KDC

FREE
VIEW