KDC

Em Erîşên li Ser Ala Kurdistanê û Avahîyên Kurdistanî bi Tundî Şermezar Dikin!

Di roja 19/12/2022´an de polêsên tirk, li Diyarbekirê avêtin ser avahîyên partiyên Kurdistanî. Pêşî avêtine ser avahiya Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK, alayên ku li avahiyê hatibûn daliqandin, daxistin xwarê û nêzî 70 alên Kurdistanê û tevî kompîtorên wan hildan birin. Bi heman şîweyî avêtin ser avahiya Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Hereketa Azadî, li wir jî alên Kurdistanê dane hev û kadirek ji Hereketa Azadiyê jî binçav kirin.

Em vê erîşê ne tenê li partiyên Kurdistanî dibînin, her erîşek ku li hêjayiyên Kurd dibin, wek erîşek li li kurd û Kurdistanê dinirxînin. 

Konferderasyona Revenda Kurdistanî, erîşa li ser ala Kurdistanê û li ser avahiyên partiyên Kurdistanî li Kurdistana Bakur, bi tundî şermezar dikin.

20.12.2022

___

Navenda Revenda Kurd Pîrozbahî Li Du Kurdên Parlemanterên Norwecê Kir

KDC

Konfederasyonê Revenda kurdistanî pêşwaziya li Mîrê Êzidiyan li Amerîkayê dike

KDC

Doktorayek li Fransa li ser komkujiya kurdan di helmeta Enfalê de

Karzan