KDC

Holanda: Rewanda Kurdistanî Cejna Newrozê pîroz kirin

Navenda Rewanda Kurdistanê li Holanda bi alîkariya hin grûp û rêxistinên Kurd ên Holandî li bajarê Arn Hêm merasîmek ji bo Newrozê organîze kir

Roja dûşemê 29 ê Dûreşme 2723 kû bi kurdî
20 Avdarê 2023 , saat 6 êvarê li meydana Raîn Hal Olîmpaws li bajarê Arin Hêm û merasim bi amadebûna miletê kurdistanê bi cil û bergên kurdî birêva çûn

Destpêkê ji bo rêzgirtina ruhê pak ê şehîdên Kurd û Kurdistanê bi meşa netewî û deqeyek rêz hate girtin

Piştre bi barana biharê re bi çar meşalên agir gihandin navenda meydanê û agirê Newrozê pêxist û bi sirûda ( em rojî salî tazeya ) dest pê kir
Du axaftinên organîzatorên vê merasîma bi rûmet ji aliyê
Navenda Rewanda Kurdistanî_Holanda
Komeleya Dostaniya Kurd û Nayderland K.N.V
Rêxistina CHAPK ji bo geşepêdana mirovî CHAPK
Komeleya Koçka KOC-KAK
Komeleya Biratî, Komeleya Hêvî
Komeleya Azadî
hate lidarxistin, bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî hate xwendin, piştre Govand û Şaî ji aliyê Kurdistanî yanî derengiya şevê dewam kir .

___

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bo Pîrozkirina 26 emîn Kongreya Komkar- Almanya yê, Serdana Navenda Komkarê kir.

Harmn

Şîfa Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Emîr û civata rûhanî ya êzîdiyan kir

Harmn

Îranê Kurdekî Din Bi Êşkenceyê Kuştiye

KDC