KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi helkefta bîranîna tawanên Enfalê peyamek belav kir

Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi helkefta salvegeriya tawanên Enfal û jenosayda xelkê Kurdistanê de peyamek belav kir û têda hemû qurbaniyên wê tawana ku rejîma faşîsta Be’esê encam dabû, bi sed û heştih hezar welatiyên Kurdê bê tawan tê pêşbînî kirin, tekez jî li wê yekê dikin ku pêwîste hemû aliyek pêkve kar ji bo bi jenosayd nasandina wê tawanê, her wiha qerebûkirina kesukarên wan bê kirin.

Naveroka peyamê:

Îro 35 sal li ser tawana enfal kirina xelkê Kurdistanê li Başûr derbas dibe ku rejîma faşîsta Be’es encam dabû û têda sed û heştih hezar welatiyên medeniyên Kurdistanî li çend proseyeke cûda cûda yê li Enfalê da hatibûn komkujî kirin, pêwîste hemû takekî niştimanperwerê Kurdistanî, çi wekî take kes, yan li gel Konfederasyona Revenda Kurdistanî û navendên dinên Kurdistanî, li asta navdewletî de kar ji bo bi jenosayd nasandina wê tawana mezin bikin.

Li vir da serê rêz û rûmetê ji bo giyanê pakê qurbaniyên enfal û kesukarên wan yên serbilind ditewînîn û daxwazê ji Hikûmeta Iraqa Federal dikîn ku kesukarê enfalkiriyan bi awayeke maddî û me’newî qerebû bike.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî
14.04.2023

___

swîsra: Be serperiştiya cêgirê serokê konfîdrasyonê, nawenda ( Zürich) hate damezrand.

nusar1

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Ji Bo 31. Salvegera Raperîna Mezin Ya Kurdistanê 

KDC

konfederasyon û navenda Rewanda Kurdistanî beşdarî semînara salvegera referanduma serxwebûnê bûn

KDC
KDC

FREE
VIEW