KDC

Kanada: Nûnerê Konfederasyonê pêşwaziya Berpirsê Fermangeha Pêyvendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê kir


Nûnerê Konfederasyonê û çend berpirs û endamên navendan pêşwaziya Berpirsê Ofîsa Pêyvendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û çend mijar gotûbêj kirin.
Roja 24.09.2023ê nûnerê Konfederasyona Diyaspora Kurdistanê li Amerîka û Kanadayê Rehîm Reşîdî li gel Serokê Federasyona Revenda Kurdistanî li Kanadayê Sertîp Kakeyî û çend berpirs û endamên navendên Revenda Kurdistanî yên li wî welatî. Heyder Razî Nasir Rêveberê Giştî yê Balyozxaneya Iraqê li Otawa pêşwaziya Safîn Dzeyî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir ku bi serdaneke fermî hatine Kanada.
Safîn Dzeyî û Trîfa Ezîz nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîka, li gel berpirsên kurdên diyaspora û Kanadayê civiyan û dawî pêşhatên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, ewlehî, mirovî û aborî gotûbêj kirin.

___

Brîtanya: Dibistana Sporê ya Kurdî FC ji bo zarokan dest bi perwerdeyê kir

KDC

Jinên Kurd di demên berê de di her warî de ji jinên nûjen xwedî roleke erênîtir bûn

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Nurnbergê Civînek Lidarxist 

KDC