KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Beşdariya 40 Saliya Damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê Bû

Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi boneya 40 saliya damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê, li Senatoya Fransayê li bajarê Sanaa bajarê beşdarî konferansê bû û axaftinek pêşkeş kir. Konferans yek rojî bû û bi zimanên Îngilîzî û Fransî hate li darxistin
Di konferansê de berpirsên partî û hikûmetê, parlementer, mamostayên zanîngehan, lêkolîner û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi axaftin û lêkolînên li ser dîrok û helwesta dîasporaya kurd beşdar bûn.
Di konferansê de birêz rehîm reşîdî li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi zimanê Îngilîzî gotarek pêşkêş kir û ji aliyê beşdarên konferansê ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di axaftina xwe de tevî pîrozkirina 40 saliya damezrandina Enstîtuya Kurdî li Parîsê, têkoşîna Enstîtuya Kurdî ya ji bo danasîna doza Kurd û xurtkirina têkiliyên navbera Fransa û Kurdistanê jî bilind nirxand.
Rehîm Reşîdî di beşeke din ya axaftinên xwe de balkişand li ser têkoşîn û pêşkeftina

Konfederasyona Revenda Kurdistanî û daxwaz ji rêxistinên civaka sivîl ku ji bo pêşxistina doza rewa ya Kurdistanê.
Di çarçoweya konferansê de nûnerê Konfederasyonê çendîn civîn li gel parlementer, rojnamevan û dîplomatan pêkanî û bi wan re rewşa Kurdistan û deverê gotûbêj kir.

___

Ji bo we hêjayan re webinarek li se rola mediayê li dar dixin

nusar1

Civîna Berpirsên Navendên Revenda Kurdistanî Hat Lidarxistin 

KDC

Kurdek Bû Wezîrê Perwerdehiyê yê Brîtanyayê

KDC