KDC

Kurdê Qazaxistanê Aliyev Azîz Ziyaeviç, Ji Aliyê Serok Komareê Kazakistanê ve Hat Xelatkirin


Serokê Komeleya “BARBANG” a Kurdên Qazaxistanê, Aliyev Azîz Ziyaeviç ji aliyê serok Komareê Kazakistanê ve hat xelatkirin.
Li ser pêşniyara Cîgirê Serokê Koma Yektiya Gelên Kazakîstanê ANC, Serokê Sekreteriya ANC ya Rêveberiya Serokomarê Komara Kazakistanê, Azilkhanov Marat Almasovic, Serokê Komeleya “BARBANG” a Kurdên Qazaxistanê Aliyev Azîz Ziyaeviç, ji ber kar û xebatên wî yên civakî û kulturî ji aliyê serok Komara Kazakistanê Kassym-Jomart Tokayev ve hat xelatkirin.
Serokê Komeleya “BARBANG” a Kurdên Qazaxistanê, Aliyev Azîz Ziyaeviç, ji ber kar û xebatên xwe yên çandeyî û komeleyatî ji aliyê Kurdên welatên Sovyeta berê ve xweş tê naskirin. Li kazakîstanê jî wek çalakvanekî kurd, di nab´v xebatên lobî kirinê de kurdek naskirî ye.


Serokê Komeleya “BARBANG” a Kurdên Qazaxistanê, endamê Konseya ANC Aliyev Azîz Ziyaeviç ji aliyê Serokomarê Komara Kazakistanê Kassym-Jomart Tokayev ve SIPAS hat xelatkirin.
Federasyona Navnetewî ya Civakên Kurd li komarên berê yên Yekîtîya Sovyetê û Konfederasyona Revenda Kurdistanî jî, pîrobahiyên xwe bo Aliyev Azîz Ziyaeviç ragîhandin.

___

Wezîrê Tenduristiyê: 700 Hezar Derzî Li Welatiyan Hatiye Dayîn

KDC

36 sal li ser bombebarana kampa Zêwe derbas bû.

KDC

Li ser raspardeya Serok Barzanî, qonaxeke nû ya piştgiriyê bo dibistanên kurdî yên li diyasporayê dest pê kir

Karzan