KDC

Kazakîstan: Keça Kurdekî lîstikvana Jimnastîkê madalya zêr bi destxist.

Keça werzîşkara Kurd, Sofya Babayeva li pêşbirkêya Jimnastîkê da ku li Almata ya Kazakîstanê birêveçû, li ser asta herêmê pileya yekem û madalya zêr ya şampiyonayê û qehmeraniyê bi destxist.

Li vê qehremaniyê de nêzîkî 500 lîstikvanên jimnastîkê ji navçeyên cûda cûda ku sala ji dayikbûna wan li navbera salên 2008 heta 2019 bû, têda beşdarî kiribûn.

Sofya ji dayikbûya sala 2015 yem û li cem xanima rahênera Kurd Elfya Ramîlîvna Exmedova xwendekare. Ramîna Exmedova serpereştiya hemû bernameya wê ya takekesî dike. Nîmayîş û xwenîşandana Sofya bi strana Kurdî ya xanima hunermenda Kurda Rûsyayê, Zara Paşa «Keça Kurdim» pêşkêş kir. Her wiha di nîmayişa xwe de bergekî wekî cilûberg û kevneşopiyên Kurdî hilbijartibû.

Li Almata ya Kazakîstanê, çaremîn qehremaniya vekirî ya herêmê li warê jimnastîkê da li jêr çavdêriya Serokê Federasyona Leşciwaniya Herêma Almata, xanima Kurd Ramîna Exmedova û Birêveberê Xwendingeha Werzîşî Aysolu, Nazîgul Surançîva, birêveçû.

___

Russian Hackers Have Invaded Hundreds of US Utilities: Report

kurdish dc

Navenda Rewanda Kurdistanî-Awsturyayê ji ber serkeftina wan dê klîbeke navenda xwe xelat bikin 

KDC

Almanya: Bi beşdariya Şîfa Barzanî merasîmek hate saz kirin

nusar1
KDC

FREE
VIEW