Almanya: Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin

Navenda Revenda Kurdistanî li Munîhê Hat Avakirin, gelek sazî û kesayetiyên Kurdistanî jî di civînê de amade bûn.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî li bajarê Munihê li Almanya yê bi Kurdên li munîhê civîya û navendek Kurdistanî li bajarê Munîhê ava kir. Di civînê de gelek sazîyên kurd û kesayetî jî amade bûn.
Roja 29.06.2024, bi beşdariya Qereman Osman hevkarê Serpereştyarê Dîskera revenda li Ofîsa Barzanî li Kurdistan Şîfa Barzanî, Hewraman Elî Tofîq Cîgirê Serokê Konfederasyonê û Kovan Amedî sekreter û berpirsê karên rêxistinî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî û çendîn kesayetî û çalakvanên li bajarê Munîhê ve civîna damezrandinê dest pê kir.
Armanca civînê avakirina navendek li bajarê Munîhê û her wiha gotûbêjkirina bi van rêxistin û komeleyan re bû ku di pêşerojê de di bin sîwana Konfederasyonê de xebat û têkoşîna xwe ya sivîl berdewam bikin. Her wiha beşdaran bi berfirehî li ser kar û bername û pêkhateya Konfederasyonê gotûbêj kirin û piştre gotûbêjeke vekirî li ser hemû pirsan û ragihandina nêrînan û çendîn pêşniyarên xwe di warê xebata sivîl de destnîşan kirin û komîteyek katî ji 8 kesan hate hilbijartin.
Endamên Komîteya Navenda Revenda Kurdistanî li Munîh
1-Dr. Hewre Zangana
2-Feryad Ezîz
3-Surgul Akpinar
4-Nejat Hussein
5-Sabir Sindî
6-Faxer Sindî
7-Ziad Reşîd
8-Suwara Kacho

___

Konfedrasyon û navenda Rewanda Kurdistanî Civîna Şeva Duyem li dar xistin

KDC

Nêrîna Mamosta Niyaz Caf Li Ser Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

KDC

FedrasyonaKomeleyênKurdistanli Swêd, Kongreyaxweya 30 mîn kongreyaxwe pêk anî

KDC
KDC

FREE
VIEW