KDC

Awusturya: Şandekî navenda Vêna beşdariya salvegera terorkirina Şehîd Qasimlo kirin

 

Şandekî Navenda Revenda Kurdistanî ya Vêna beşdariya 35 saliya salvegera terorkirina Şehîd Dr Abdulrehman Qasimlo rêberê Partiya Demokrata Rojhilata Kurdistanê kirin.
Şanda Navenda Revenda Kurdistanî ya li Vêna li ser vexwendineke fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, beşdariya rêwresma bîranîna 35 saliya terorkirina şehîd Dr Abdulrehman Qasimlo kirin ku ji aliyê rejîma Komara Îslamî li Viyana paytexta Awusturya hate teror kirin.

Hêjayî gotinêye siyasiyên her çar perçeyê Kurdistanê û kesayetiyên Awusturyayî beşdariya rêwresmê kirin û behsa xebat û têkoşîna şehîd Dr Abdulrehman Qasimlo kirin û daxwaz kirin ku tawanbar bigihin sizaya xwe ya yasayî. Ewe jî dibê nîşana serweriya yasa ku êdî tawanbar tawanên wiha dûbare nekin.

___

“Evîna Min” a Kinyazê Mecîd derket

Karzan

Konferanseke Taybet

KDC

Brîtanya: 440 koçberên nû bi rêya deryayê gihaştin peravên Îngilîz 

KDC