Salvegera 79 e mîn ya Komara Kurdistanê li Stockholmê Hat Pîrozkirin

Di roja 25.01.2025´an de 79´ e mîn Salvegera KomaraKurdistanê bi girseyî li Stockholmê hat pîrozkirin. ŞevahengaKomarê ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve hatibûamadekirin. Ahenga Komara Kurdistanê, bi surûda netewî û xulekek rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê ve destpêkir.

Ji aliyê PDKÎ-Komîteya Swêd Azîz Herkî ve bi xêrhatinamêvan û beşdaran hat kirin. Ji gelek aliyan ve peyamênpîrozbahîyê hatibûn. Peyama Nûnerayetîya Hukumeta HeremaKurdistanê Şoreş Kadir, Pyema navendî ya PDKÎ, KomîteyaHêzên Siyasî yên Kurdistanî li Swêd, peyama rêxistin wekBelûcî û Îranî bi kurdî û farisî hatin xwendin.

Li ser navê Partiya Sosyaldemokratên Swêd parlamenterKadir Kasirga, ji Partiya Lîberal Fredrik Malm axaftinekpêşkeş kirin. Li ser navê Konfederasyona Revenda KurdistanîŞermîn Bozarslan û Kovan Amedî bi peyama pîrozbahiyê ve beşdarî li şevahenga pîrozkirina salvegera Komara kurdistanêbûn.Partiyên siyasî yên Kurdistanî bi peyamên xwe yênpîrozbahiyê pîtgirî dan salvegera Komarê. FKKS, NavendaRevenda Kurdistanî û gelek rêxistinên din yên demokratîk bi peyamên xwe ve beşdarî li ahengê kiribûn.

Şevaheng, bi beşdariya hunermen Dilniya Rezazî, Senger û hunermend Nazdar ve, bi musîk govend û dîlanê ve heta derngê şevê bi coşek mezin berdewam .

Deqa Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî, wekî li jêre:

Ji bo Hevalbend û Rrêvebirên PDKÎ li Swêdê,

Spas bo dawetnameya we bo şeva salvegera damezirandinaKomara Kurdistan li Mahabadê. Em li ser navêKonfederasyona Revenda Kurdistanî 79. mîn salvegeraKomara Kurdistan li hemû Kurdîstaniyan pîroz dikin. PêşevaQazî Mihammed û hevalên bi rêzdarî bibîrtînîn

Komara Kurdistanê ji me re Sirûda netewî, Alaya Kurdîstanêû hişmendıya netewî wek mîrat hişt. Alaya Kurdîstanê kunemir Mustefa Barzanî ji Komara Kurdîstanê teslîm girt, î ro li başûra welat hatiye daliqandin. Alaya Kurdîstanê û zimanêkurdî li welat û li Diyasporayê sembola nasname, netewebûn û yekgirtina Kurdistaniyan e.

Î ro ji herdemê bêtir pêwistî bi sûd wergirtina ezmûnê KomaraKurdistanê heye. Rewşa li rojavaya welat, rewşa cîhanê, hevkariya hêzên navneteweyî, derfetên girîng in ji bo na kugelê kurd bigîhe mafên xwe yên neteweyî. Ji bo yekê emyekgirtina neteweyî yên hêzen kurdî û piştewaniya bi hêz yênKurdistanîyan li welat û li Diasporayê gelek girîng dibînin. Yekgirtin serkeftin e!

Kuştın, dardakirin û zîndanîkirina kurdan do heta î ro herberdewam e. Dardakirina mirovan, hebûna zîndaniyên sîyasîne layîqî mirovahîye ne. Em bangî Yekîtiya netewan û rêxistinên mafên mirovî yên navnetewî dikin ku biryaradarvekirina Pexşan Ezîzî û Warisha Muradi û girtîyên , rawestînin.

Di dawîyê de em silavên xwe dinêrin bo hemî şehîdênKurdîstanê û dibêjin; em bi hêvî ne ku di serdemê de gelêkurd mîna gelên xwedî statu, maf û azadî be. Bijî kurd û Kurdîstan.

2025.01.25

Konfederasyona Revenda Kurdistanî

کۆنفیدراسیۆنی ڕەوەندی کوردستانیr

___

Birîtanya: Konfedresyona Revenda Kurdistanî pirojeya werzîşê ji bo zarok û ciwanên Kurd vekir 

KDC

Îsraîlê Bi Moşekan Êrîşî Şamê Kiriye

KDC

lsraîl Rê Li Ber Tûrîstan Vedike

KDC
KDC

FREE
VIEW