KDC

Birêvebera Nivîsîngeha Ragihandina Konfederasyonê bangawaziyek pêşkêşî Kurdistaniyên li derveyê welat dike

 

Birêvebera Nivîsîngeha Ragihandinê û Endamê Komîteya Birêveberiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, li peyamek da hemû Kurdistaniyan û partiyên siyasiyên Kurdistanî li derve û rêxistinên Kurdistaniyan vedixwîne ku amadeyê mezintirîn ahenga Newroza cejna serê sala Kurdî bibin ku li bajarê Koln ya Almanya yê saz dikin. Tekez li wê yekê jî dike ku bi amadebûna we hemûyan, Newroz tenê hatina biharê nabê ji bo Kurdistaniyan, belkû hatina aştî û yekgirtin û yekrêziyê dibe ji bo revendnişînên li derveyê welat.

 

Naveroka peyamê:

Bangewaziyeke girîng ji bo revenda Kurdistanî ya li derveyê welat!

Rêzdarên Kurdistaniyên azîzê hemû perçeyên Kurdistanê!

Rêzdarên partiyên siyasiyên Kurdistanî yên hemû perçeyên Kurdistanê li derveyî welat!

Rêzdarên rêxistinên Kurdî û Kurdistaniyên li derveyê welat!

Rêzdarên endamên Konfederasyona Revenda Kurdistanî li diyaspora!

Rêzdarên dilsozên niştiman, silav li we bin!

Kurdistaniyan, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, we yên hêja ji bo karnavala Newrozê ya li bajarê Koln ya welatê Almanya yê vedixwîne.

Em dixwazin li vê Newrozê da cejna yekgirtî û tebayî û pir li xweşî û şadiyê pîroz bikin. Em dixwazin dilê Kurdistaniyan li derveyê welat pir bikîn û hesta hesreta niştiman û bi rengên xweşikên ala me bajarê Kolnê binexşînîn û perde poş bikîn.
Bila Newroz her hatina biharê nebê ji bo Kurdistaniyan, bila hatina aştî û yekgirtin û yekrêziyê bê ji bo revendnişînên li derveyê welat.

Xweşhal dibîn bi amadebûna we yên hêja û xemxûrên niştiman!

Hermin Ehmed

Berpirsa Nivîsîngeha Ragihandinê û Endama Komîteya Birêveberê Konfederasyona Revenda Kurdistanî
19/03/2025

___

Neteweyên Yekbûyî : Li cîhanê hejmara penaberên bi zorê hatine koçberkirin 100 mîlyonî derbas dike 

KDC

Ji 4 Hezaran Zêdetir Koçberan Canê Xwe Ji Dest Dane

KDC

Kursa Kurmancî Ya Bi Tîpên Latînî Destpê Dike

KDC
KDC

FREE
VIEW