Roja Yekşem 3ê Tebaxa 2025 Konfederasyona Rewenda Kurdistan bi helkeftina tal û diltezin ya Jenosayîda Kurdên Êzdî bi destên reş û çepel yên hovên serdem têrörîstên DAIŞ li 3ê Tebaxa 2014, çalakiya seranserî çendin paytext û bajarên Diasporayê lidarxist rêzgirtin ji bo jangorî û qurbanî û dayik û xuşkên me yên destên têrörîstên DAIŞ da. Çalaki bi pêşandana wêneyên qurbanîyên Jenosaydê û dagirsandina mum û şemala û belavkirina belavokên zanyariyê li ser Jenosayîda Êzdiyan li Çiyayê Şingalê li ser hewaltiyan li welatên koçberiyê.
Çalakiye li tevaya welat û bajarên lê hati lidarxistin bandoreke mezin hebu jiber ku ev sal zorbey çalakiyan li nav bazarên wan bajaran hatin lidarxistin û zanyariyên li ser Jenosaydê bûn belavkirin li ser hewaltiyan.
Em wek Konfederasyona Rewenda Kurdistanî hemû hêz û şiyana xwe li welatên koçberiyê dê di xizmeta Kurdên me yên Êzdî de bikin ji bo bêtir Jenosaydê bi civaka navdewletî bên nasandin û danpêdanê pê bên dayîn. Her weha rêkeftina di navbera Hikûmeta Iraqê ya federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê cebecîkirin da ku rewşa Şingalê asayî bibe û gelê me vegere ser cî û warên xwe, Şingalî bi destê xwe serweriya xwe bike.
Bo zanîn li van bajarên li jêr yên Diasporayê çalaki hatin lidarxistin:
Berlin, Brûksel, Amsterdam, Nashville, Oslo, Tbilisî, Vîyana, Stokholm, Stavropol, Bishkek, Almaty, Zûrich, Helsingborg, Montauban, Vîyana, Vancouver (Kanada), Kassel, Bremen, Wolfsburg, Düsseldorf, Münster.
Hezar slav li giyanên pakê qurbanîyên Jenosayîda Êzdiyan û tevaya qurbanîyên Kurd û Kurdistanê bin.
Mirin û serşorî bo hovên serdem têrörîstên DAIŞ.

