Federasyona Diyaspora Kurdistanî li Swîsreyê di bin çavdêriya Komîteya Rêvebir a Konfederasyona Diyaspora Kurdistanê û bi amadebûna endamên her sê navendên li Swîsre (Zürich, Basel, Cinêv) de hate damezrandin.
Êvara Pêncşemê, 21ê Tebaxa 2025an, civîna giştî ji aliyê Birêz Şermîn Bozarslan, Cîgira Serok û Seroka Ofîsa Rêxistinê û Şûkrî Berwarî, Cîgirê Serokê û serokê Ofîsa Darayî: Dr. Baban Elyasî, Endamê Yedek ê Komîteya Rêveber ve hate birêvebirin.
Diyaspora Kurdistanî li Swîsreyê (Cinêv, Basel, Zürich) Federasyona Diyaspora Kurdistanî li Swîsreyê hate damezrandin û Seyran Kerîm wekî seroka wê hate diyarkirin.
Civîn bi deqeyek bêdeng ji bo giyanê şehîdên Kurdistanê dest pê kir, dûvre komîteya çavdêriyê, ku ji Birêz Şermîn Bozarslan, Şûkrî Berwarî, Dr. Baban Elyasî pêk dihat, ji aliyê endaman ve bawerî hate dayîn, û Soran Hesen wekî sekreter hate diyarkirin.
Piştre, gotara Konfederasyonê hate pêşkêşkirin, her wiha gotara navendên Swîsre ji aliyê Seyran Kerîm ve hate xwendin û rapora çalakiyên navendan ji aliyê Soran Hesen ve hate pêşkêşkirin.
Di beşekî din a civînê de, bendên reşnivîsa destûra federasyonê hatin xwendin û piştî nîqaş û nêrînên hevalan, ew bi yekdengî hate pejirandin.
1 – Seyran Kerîm
2 – Soran Hesen
3 – Emar Dawûd
4 – Şoreş Erdogan
5 – Newa Muhsin Abdullah
6 – Mizgîn Cemal Hacî
7 – Ehmed Teymûrî
Her wiha ev heval hatin destnîşankirin:
1 – Kardo Serbaz
2 – Rêdiyar Siyabend Abas
3 – Mesûd Beg
Piştre komîteyek çavdêrî hate destnîşankirin, ku ji van hevalan pêk tê:
1- Oktay kutbettîn Gazî
2 – Mecîd Ezo Hemo
Di dawiya civînê de, Seyran Kerîm bi yekdengî wekî seroka federasyonê hate hilbijartin û endamên komîteya rêvebir spasiya her kesî kirin û pîrozbahî li komîteya rêvebir û hemî endamên beşdar kirin.
k,Rešad Şeref

