KDC

Îranê Ceza Li Hunermend Xalid Kerîm Birîye

Hunermendekî ji bajarê Seqizê ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Li gor raporteka rêxistina mafên mirovan di çend rojên bihûrî de Xalid Kerîm Niya yê ku bi navê Xalid Narîn tê nasîn, hunermendê xelkê Seqizê ye û ji aliyê serokê liqa yekem a dadgeha bajêr Dadwer Cewad Mistefa ve bi heft heyvan sizayê zîndankirinê hatiye cezakirin.
Ev ceza ji ber çalakiyên li dijî hikûmetê ya bi rêya medya civakî hatiye birîn û 20 roj in biryar li Dadgeha Temyîzê ya Wîlayeta Sineyê ye.

Hunermendê bi navê Xalid Narîn ê ji bajarê Seqizê di destpêka vê biharê de ji aliyê hêzên îtlaata artêşê ve hatibû desteserkirin û pişt re hatibû berdan û di dema desteseriyê de hatibû êşkencekirin.

___

Serokwezîrê Polonyayê: Sînorên Yekîtiya Ewropayê Biparêzin

KDC

Joe Biden: Êrîşa Tirkiyeyê Ya Ser Rojavayê Kurdistanê Ji Bo Amerîkayê Xetere Ye

KDC

Tabloyên Picasso Bi 100 Mîlyon Dolaran Têne Firotin

KDC
KDC

FREE
VIEW