KDC

Bang ji bo Kurdên li Almanya

BANG JI BO ÇALAKÎYA REFERANDUMÊ
Kurdên dilsoz ên li dîyasporayê,
Konfedersyona Revenda Kurdistanî li dîyasporayê di roja 25’ê Îlona 2025’an de, ji bo 8’emîn salvegera referandûma Kurdistana Başûr, li gelek welat û bajaran xwepêşandan û çalakiyan li dar dixe.
Referandûma ku di sala 2017’an de li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin, bi biryara Hikûmeta Herema Kurdistanê û hemû aliyên siyasî hatibû girtin û pêk anîbû. Di wê referandûmê de gelê me çû ser sindoqan û ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê xwe da. Di dengdanê de gelê Kurd %93 ji bo dewleteke serbixwe deng da. Ev serkeftineke mezin bû. Ev yek her çend îro nebe jî, di pêşerojê de ji bo gelê me belgeyeke dîrokî ye.
Welatparêzên hêja û bi rûmet, Konfedersyona Revenda Kurdistanî li dîyasporayê di roja 25’ê Îlonê de ji bo 8’emîn salvegera referandûma Başûrê Kurdistanê li gelek welat û bajaran xwepêşandan û çalakiyan li dar dixe.
Em bang li endam, hevalbend û dostên KOMKAR’ê dikin ku di van çalakiyan de cih bigirin û em hemû bi hev re ji bo dewleteke serbixwe ya ku mafê gelê Kurd e, têbikoşin.
Werin em bi hev re mil bi mil û dil bi dil, beşdarî çalakiyên referandûmê bibin!
Dem û navnîşana çalakiyan di îlanên jêrîn de hatine nivîsandin.
KOMKAR – Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê li Almanyayê

___

Navenda Revenda Kurdistanî IRFAN YILDIRIM li kolnê bi bîranî 

KDC

Firokeyên Îsraîlê Çekdarên Îranî Bombebaran Kirine

KDC

Navenda Revenda Kurdistanî Li Almanyayê Civînek Li Dar Xist 

KDC