KDC

Civîna Danasîna Konfederasyona Revenda Kurdistanî li Bajarê Kiel

Di roja 24.09.2025´an de Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ji bo danasîna  xebat û bernameya Konfederasyonêû rola diyasporayê di pirsa Kurdistanê de, li bajarê Kiel- Almanyayê civînek girseyî li dar xist.

Axêverên civînê, Rêzdar Şefa Barzanî serpereştiyarê giştî yaDîska Dîyasporayê li Baregeha Barzanî û Îsmaîl Kamil serokêKonfederasyona Revenda Kurdistanî bûn

Civîn ji aliyê Dr. Vîyan serokê Federasyona Revenda Kurdistanî, bi xêr hatina axêver û mêvanan hate kirin. Dû re xulelek rêzgirtin bi surûda netewî ve civîn hate vekirin.

Di civîn de axêverê yekem Şefa Barzanî serpereştiyarê giştî yaDîska Dîyasporayê li Baregeha Barzanî, bi pêşkeşkirinasilavên germ yê serokê netewî ya rêzdar Mesud Barazanî, bohemû mêvan û beşdarên civînê ve dest bi axaftina xwe kir.Şefa Barzanî, di axatina xwe de da diyarkirin ku serok Barzanîgirîngîyek mezin dide xebata yekrêziya Kurdên diyasporayê. Girngî dide parastin û pêşvebirina  ziman, kultur û huneraKurdî, û her wisa girîngiyek mezin dide ew welatên ku Kurd lê dijîn rêz bidin yasa û qanûnên wan welatan, bibin beşek ji civata wan, Di partî û dezgehên demokratîk, parlamento û şaredariyan de cîh bigrên ku him ji bo welatê ku tê da dijîn û him jî ji bo civata Kurd karên baş bikin. Her weha ji bopeydakirina dost, heval û piştgirîyê bo doza azadiyaKurdistanê kar bikin.


Ji bo wî jî di roja 4-5´ê meha 12´an a 2021´ ê de Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi beşdarî û piştgiriyaserokê netewî rêzdar Mesud Barzanî, li Hewlêrê kongreyadamezrandinê pêk hat.

Şefa, spasiya serok Barzanî kir ku di roja 25ê meha cotmehêreferandûma serxwebûna Kurdistanê li Başûrê kurdistanêpêkanî ku pirtir ji %93 dengan ve daxwaza serxwebûnaKurdistanê hate musogerkirin.

Axêverê duwem rêzdar Îsmaîl Kamil serokê KonfederasyonaRevenda Kurdistanî, li ser kar û xebatên Konfederasyonê de agahdarî da beşdaran. Li ser hin pirsan, da xuyakirin kukonfederasyon piştgiriya daxwaza statuyek netewî bo hemûbeşên Kurdistanê dike. Yekrêzî û yek dengîya Kurdan li diyasporayê bi girîngî nirxand. Loma jî daxwaz ji kurdênniştecîhên bajarê Kiel´ê kir ku di zûtrîn wext de rêxistina xweNavenê damezrînin ku ji hemû beşên Kurdistanê Kurd tê de cîh bigrên. Her du axêverên hêja Şefa Barzanî û Îmaîl Kamil, daxwaz kirin ku di hilbijartina de ne tenê namzetên Kurd her wisa girîngî bidin namzetên ku dostên Kurdane jî.

Îsmaîl Kamil da zanîn ku di hevdîtinên bi dezgehên fermî re, her tim madeya 140 ya yasa Iraqê bi bîrtinin ku dive hukumetaIraqê rêz li îradeya xelkê Kerkuk bigrê. Li ser pirsa jinan, ciwanan û her usa li ser rewşa penaberên Kurd jî bersîvabersîva pirsên ku hatin kirin dayin. Di dawiyê de îşaret bi yekitî û yekrêzîya Kurda bû ku li li bajarê Kolnê di şahiyacejna netewî Newroz a Kolnê de 120 000 Kurd beşdar bû kuhemû mediya û polêsên Alman jî bi erênî behsa Newroz kolnêkiribûn.

___

Agahdariyek ji bo hemû Federasyon, Navend, Komel û rêxistinên endamên li Konfederasyona Revenda Kurdistanî

nusar1

Li Parlamentoya Swêd: Panelek balkêş li ser rewşa serhildana xelkê li Kurdistana Rojhilat

KDC

Supayê pasdarên Îranê şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê talan dikin

KDC