KDC

Konfederasyon Daxwaz Dike Kurdên Hollandayê Deng Bidên Berbijêrekî Kurd

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, daxwaz ji tevahiya Kurdên parçeyên cûda yên niştecihên Hollandayê dike ku deng bidin Hêmin Şêrdil Hewêzî, yê ku di lîsteya CDA de bi jimara 26 berbijêr e. Ev daxwaz ji bo serxistina Kurdekî jêhatî ye, da ku bi rêya wî lobiyek bihêz ji bo Kurd û Kurdistanê were peydakirin.
Hêmin Şêrdil Hewêzî, 33 salî, li bajarê Koyê ji dayik bûye. Wî bawernameya bekaloryosê di rêveberiya bazirganî de û masterê di rêveberiya giştî de bidest xistiye. Her wiha, ew xwendekarê doktorayê ye li Zanîngeha Leidenê ya Hollandayê.
Nêzîkî heft sal in wekî şêwirmendê bilind li Wezareta Navxwe û Têkiliyên Keyaniya (Şahnişîniya) Hollandayê berpirsiyarê karûbarên siyasî û navneteweyî ye.
Zêdetirî çar salan wekî endamê desteya rêveberiya CDA li bajarên Delft û Zoetermeer xizmet kiriye û di warê komputer, zîrekiya destkird (AI) û dîjîtalîzekirina xizmetguzariyên giştî de xwedî şehrezayî ye.
Armanca Konfederasyona Revenda Kurdistanî di vê hilbijartina parlamentoya Hollandayê de, ku berbijêrê CDA bi jimara 26 ye, ew e ku Kurdên parçeyên cûda yên niştecihên wî welatî, yên ku mafê dengdanê wan heye, bi deng û piştgiriya xwe hewl bidin wî serbixin. Ev yek ji bo ku ew karibe jêhatîbûnên xwe zêdetir bixe dewrê ji bo alîkariya diyaspora û revenda Kurdî li Hollandayê, her weha avakirina lobiyek Kurdî ya bihêztir ku bikaribe bala dewlet û gelê Hollandayê bikişîne ser piştgiriya neteweya me ji bo bidestxistina mafên rewa, û bibe pirek ji bo avakirina xeteke têkiliyê di navbera Hollanda û Kurdistanê de di warên cûda yên wekî çandinî, zanistî û aborî de.
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
12.10.2025

___

Serokwezîrê Swêdê: Faşîstên rastgir û Misilmanan nefret belav kirine

KDC

Ragihandina Damezrandina Federasyona Nivîskarên Kurdistanê li Dîyasporayê

nusar1

GST slab of 28% may become virtual “hollow shell” in year or so, says CEA

kurdish dc