KDC

Talîban Efûyeke Giştî Derdixe

Talîbanê efûyeke giştî derxist û bang li karmend û rayedarên hikûmetê dike ku vegerin ser karên xwe.

Talîbanê bi daxuyaniyekê efûyeke giştî ji bo hemû karmendên dewletê ragihand û got, “Em her kesî efû dikin, lewma bi bawerî li karê xwe vegerin.”

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahîn diyar kir ku ew mal û milkên gelê Afgan diparêzin û li benda veguhastina desthilatdariyê bi rengekî aştiyane ne.

Doh Balyozê Rûsya yê li Kabûlê Dmitry Gernov tekez kir ku Talîbanê soz daye karmendên asayîşê û serbazên Afganistanê ku wan efû dikin û tu dozan li wan venakin.

Heta niha jî gelek Afganî hewl didin ku ji welêt birevin ji ber tirsa desthilata Talîbanê.

___

Zagros Xerîb: Ez kêfxweş im ku pêşkêşvanê Kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bûm

KDC

Li ser raspardeya Serok Barzanî, qonaxeke nû ya piştgiriyê bo dibistanên kurdî yên li diyasporayê dest pê kir

Karzan

Li ser Peymana Lozanê dê webinarek bê lidarxistin

KDC