KDC

Yekem Xwepêşandana Li Dijî Talîbanê Hate Kirin û Kuştî Hene

Li bajarê Celal Ebadî yê li rojhilatê Afganîstanê, xwepêşandana destpêkê ya li dijî Talîbanê pêk hat û di encamê de çend sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Reutersê, hevwelatiyên bajarê Celal Ebadî yê rojhilata Afganistanê li dijî Talîbanê xwepêşandanek hatiye saz kirin û xwepêşanderan alaya Hikûmeta Afganistanê ya hilweşandî bilind kirin û alaya Talîban a ku niha li wî welatî hatiye bilindkirin, anîne xwarê.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çekdarên Talîbanê bi tundî êrîşî xwepêşanderan kirine û di encama êrişên çekdarî de sê hevwelatiyên Afganî hatine kuştin.

___

Kurdek ji bo Serokê Şaredariya bajarokekî Almanyayê dibe berbijêr

Xelan

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Civîna Yekem Lidarxist Û Komîteya Rêveberiyê Hilbijart

KDC

Navenda Revenda Revenda Kurdistanî li Berînê Kongreya Xwe Pêkanî

Harmn