KDC

Peyama Konfederasyona Revenda Kurdistanî Derbarê Rewşa Siyasî û Paşeroja Rojhilatê Kurdistanê

 

Kurdistaniyên têkoşer û berxwedêr yên Rojhilatê…

Di demekê de ku hevkêşeyên jeopolîtîk û rewşa Îranê ber bi guhertinên bingehîn ve diçin, asoyek nû û derfetek dîrokî li ber gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin. Ev qonaxa hestiyar, qonaxeke çarenûssaz e ji bo derbaskirina encamên zêdetirî 40 sal siyaseta dûrxistinê û hewldana bidestxistina wan armancên ku gelê me bi salaneke dûr û dirêj e ji bo wan têkoşîna medenî û siyasî dike.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, weke saziyeke neteweyî, piştgiriya xwe ya tevahî ji bo daxwazên rewa yên gelê Rojhilatê Kurdistanê dûpat dike.

Em bawer dikin ku kilîta ewlehî û paşeroja her sîstemeke rêveberiyê li wî welatî de, girêdayî çareseriya demokratîk a pirsa Kurd û dabînkirina dadperweriya siyasî û civakî ye.

Dîtina me ji bo paşerojê zelal e, divê Kurd tenê weke hejmarek neyên dîtin, belku divê weke pêkhateyeke sereke û xwedî dîrok, beşdarîyek çalak û biryarên wê deshilatê, di damezrandina sîstema siyasî û rêveberiya welat de hebe.

Pêwîst e di her guhertinekê de û di çarçoveya destûra nû ya wî welatî de, bi fermî nasnameya neteweyî û mafên destûrî yên gelê Kurd bê naskirin û weke şirîkatiyek rasteqîn di desthilatê de pê re were tevgerîn. Yekrêzî û îradeya gelê me ji bo gihîştina mafên xwe, rastîyeke siyasî ye ku divê di her hevkêşeyeke nû de bi ciddî bê girtin.

Bijî Kurd… Bijî Kurdistan…
Konfederasyona Revenda Kurdistanî
01/03/2026

___

Êrîş Li Karwaneke Tirkiyeyê Hatiye Kirin

KDC

Hewraman di lîsta kelepûrên UNESCO de hate tomar kirin

KDC

Li Stenbolê Jinek Bi Şûr Hatiye Kuştin

KDC