Karnavala mezin a girseyî ya bajarê Bonnê li welatê Almanya bi boneya Cejna Neteweyî ya Newrozê, ne tenê şahiyek demsalî û bûyerek asayî bû, belkî pêşandaneke mezin a hêza nerm a neteweyekê bû li dilê Ewropayê de. Ev kombûna pir mezin îspat kir ku diyasporaya Kurd li derveyî welat xwedî giraniyek cografî û siyasî ya bêhempa ye, eger bi duristî were rêvebirin, dikare bandorek herî mezin li ser hevkêşeyên navneteweyî û navendên biryarê çêbike.
Di wê karnavalê de, Kurdistanîyan bi hejandina alaya pîroz a Kurdistanê û li xwe kirina cilên resen ên Kurdî, tabloyek pir balkêş û şaristanî xêz kirin, ku bi temamî bala Almanya û Ewropayê kişandin ser xwe. Ev dîmena tije reng û aştî, wiha kiriye ku salane medyaya Almanya û Ewropayê bi girîngî rûmala şahiyên Newrozê bikin û pîrozbahiya li Kurdên diyasporayê bixin dewrê ji bo wergerandina wê rastiya ku çanda me ya dewlemend. Ev jî rastiya wê yekê nîşan dide ku çanda me ya dewlemend, pira herî baş e ji bo tevlihevkirina bi civaka navneteweyî re û kişandina hest û piştgiriya gelên cîhanê.
Tişta ku nirxek stratejîk a zêdetir da vê qonaxa dîrokî, ew nexşerêya berfireh bû ku di peyama Serok Mesûd Barzanî de ji bo amadebûyan û tevahiya diyasporaya Kurdistanî li cîhanê hat pêşkêşkirin. Ew prensîbên bingehîn ku bûne pêwîstiya qonaxê û em her tim wek armancên bilind li cîbicîkirina wan dinêrin, wek: parastina nasname û zimanê neteweyî di nav nifşên paşerojê de, xwe-rêxistinkirina diyasporaya Kurd li ser bingeha yekrêziya neteweyî, nîşandana rola balyozekî şaristanî ku rêzê li nirxên welatên mêvandar bigire, avakirina lobiyeke yekbûyî ji bo parastina li aştî û mafên rewa yên gelê me. Tam ew mijarên hesas bûn ku cenabê Serok wekî nêrînek neteweyî û siyasî ya kûr di peyama xwe de ji bo Kurdên li derveyê welat anî ziman.
Em serkeftina merasîma bajarê Bonnê û wan arasteyên stratejîk ên ku di peyama Serok Barzanî de hatibûn destnîşankirin wekî kevir ê bingehîn ya qonaxeke nû ya xebata dîplomasî û rêxistinî ya xwe ya li derveyê welat dibînin.
Ji vir û şûnda bi berpirsiyariyeke tevahî ve dubare dikin ku em ê hemû hewl û şiyanên xwe bixin dewrê ji bo wergerandina nêrîn û peyama Serok Barzanî li ser rastiya kirdarî bi kêmasî bi cîh bikin. Erkê me yê pêşîn ewe dibe ke wan raspardeyan bixîn çarçêweyekî karê damezraweyî de, heta ku revenda Kurdistanî li ser bimeşe û bibe temamkerê hêza navxweyî ya Kurdistanê ya li vê serdema cîhangîrî da. Bandortirîn rolê di parastina destkeftan û gihandina dengê rewa ya neteweya me, di civaka navdewletî de bibîne.
Di dawiyê de, dixwazim spasiyek germ û bêdawî ji wan hemû Kurdên welatparêz ên diyasporayê re bikim ku bi wê coşiyê vê ahenga netweyeyî de amade bûn û bi bilindkirina ala pîroza Kurdistanê peyama zindî ya neteweya me gihandin cîhanê.
Herwiha, cihê xwe ye ku destxweşî û spasiyek taybetî ji wan hemû kesan re bikim ku bi şev û roj xebitîn û erkê rêxistinî û birêvebirina vê karnavala mezin girtin stûyê xwe. Amadebûna we û keda rêkxer û amadekaran nîşanda ku şahdamara Kurdayetiyê li derveyê welat çendî bi hêz e û ji bo berdewambûnê hêz û moraleke mezintir bi me hemûyan dibexşe.
Di heman demê de, cihê xwe ye ku em spas û rûmetên xwe yên taybet pêşkêşî sazî û dezgehên ragihandinê û medyayên Kurdistanê re bikin, ku bi girîngîpêdaneke pir mezin rûmala şahiya Newrozê ya bajarê Bonnê li Almanya kirin û peyam û deng û rengê vê hêza mezin a diyasporaya Kurdistanî gihandin navxweya welat û tevahiya cîhanê.
Şîfa Barzanî
Serperiştyarê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî
