Gelê têkoşer û berxwedêr ê Kurdistanê…
Kurdistaniyên li diyasporayê…
Em bi tundî wê êrîşa terorîstî şermezar dikin ku ji nava axa Îranê ve li ser axa Herêma Kurdistanê hate kirin û bû sedema şehîdbûna pêşmergeyek û hevjîna wî di nava mala xwe de.
Îro serê sibê 7ê Nîsana 2026an, dronekî bombekirî maleke sivîl li gundê Zergezewî ya ser bi nahiyeya Daraşekran a ser tixûbê parêzgeha Hewlêrê kir armanc. Di encama vê tawanê de, ku di dema xewê de li ser wê malbatê hate kirin, her du hevjîn Mûsa Enwer Resûl û Mijde Es’ed Hesen şehîd bûn û du zarokên wan ên biçûk bê dayik û bav man û ketin ber şok û tirseke mezin.
Ev tawana li dijî mirovahiyê û binpêkirineke eşkere û zelal e li gor qanûnên navneteweyî, bi taybetî ji ber ku ev malbata welatparêz berê jî di sala 2018an de di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de qurbanî dabûn.
Weke Konfederasyona Revenda Kurdistanî, em daxwaz ji civaka navneteweyî, welatên hevpeyman û rêxistinên mafên mirovan dikin, li hember van binpêkirin û tawanên şer bêdeng nemînin û ji bo parastina axa Herêma Kurdistanê û canê welatiyên sivîl, helwesteke ciddî û biryarder werbigrin.
Em sersaxî û hevxemiyên xwe yên kûr pêşkêşî malbat û kesûkarên van her du şehîdên sivîl dikin û em hevbeşê xema kûr a van her du zarokên bêtawan in. Silav li ruhê pak ê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.
Bijî Kurd… Bijî Kurdistan…
Konfederasyona Revenda Kurdistanê
7ê Nîsana 2026
