KDC

Yekemîn Kursa Zimanê Kurdî li Bajarê Leipzigê yê Almanyayê Dest Pê Kir

Li bajarê Leipzigê, bi beşdariya 25 xwendekaran û bi kelecaneke mezin, yekemîn kursa fêrbûna zimanê Kurdî hate vekirin. Ev pêngav ji bo Kurdên dîyasporayê wekî xebateke girîng a parastina nasnameyê tê dîtin.

Ev kurs duh di 16ê Gulana 2026an de bi rêveberiya mamoste Jihan Moslem û ji aliyê Komela Kulturê Kurdî ve dest pê kir. Gelê Kurd ê li herêmê bi hêviyeke mezin pêşwaziya vê xebatê kir û eleqeyeke xurt nîşan da. Komela Kulturê Kurdî ya li Leipzigê, ku pêşengiya vekirina vê kursê kiriye, saziyeke ser bi Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî û Konfederasyonê ve ye. Armanca bingehîn a vê projeyê ew e ku zimanê Kurdî ku nasnameya bingehîn a gelê me ye, zindî bimîne û nifşên nû bi zimanê xwe yê zikmakî mezin bibin.

___

Îran, Efxaniyan Dişîne Welatên Wan

KDC

Ji Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Harmn

Rojnamevanekî Polonyayî Ji Bo Koçberên Kurd Serdana Ofîsa Têkiliyên Derve Ya PDKê Kiriye

KDC