KDC

Êrîş Li Firokexaneya Kabûlê Tê Kirine, Elmanya û DYA Bersivê Didine

Li Afganistanê grûbeke çekdarên nenas êrîşî firrokexaneya Kabûlê kirine û di encamê de şerekî dijwar di navbera hêzên asayişa Afganistanê û çekdaran de derketiye. Hêzên Almanya û Amerîka rû bi rûyî vê grûbê bûne.

Artêşa Almanyayê li Twitter aşkere kir ku îro danê sibê komeke çekdarên nenas êrîşî ser firokexaneya Kabilê kirine û li deriyê bakur yê firokexaneyê di navbera hêzên ewlekarî yên Efxanistanê û êrîşkaran de şer çêbûye.

Wî lê zêde kir ku endamekî hêzên parastina Afganî hate kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne. Hêzên Almanî û Amerîkî beşdarî şer bûn, lê tu leşkerên wan zîyan nedîtine.

Beriya niha Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiribû ku welatiyên sivîl yên li firokexaneya Kabûlê di bin metirsiya êrîşa komên terorîst yên DAIŞê an jî grûbên din de ne.

___

Serok Barzanî Pêşwaziya Konfederasyona Revenda Kurd Kir

KDC

Makedonyaya Bakur: Bi qemyonekê nêzî 35 koçber birîndar bûn

KDC

Kongreya Amerîkayê Vekişîna Ji Rojava Red Dike

KDC