KDC

Şandeke Revenda Kurdistanî û parlamenterekî Lûksembûrgê pirsa vekirina nûnertiya bazirganî li Hewlêrê gotûbêj kirin

Ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdan li Ewropayê, şandeke Navenda Revenda Kurdistanê li welatê Lûksembûrgê ligel Paul Galles, endamê parlamentoya wî welatî, civiya.

Di hevdîtinê de çendîn pirsên stratejîk ên girîng, di nav de naskirina tawanên jenosîdê yên li dijî gelê Kurd, mafê çarenivîsê, û bihêzkirina peywendiyên aborî û çandî yên navbera Lûksembûrg û Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa bê, hatin pêşkêşkirin.

Li gor agahiyan, şanda Navenda Revenda Kurdistanê bi serpereştiya Eskender Temo, serokê navendê, pêk hatibû ji nûnerên grûpa ciwanên Kurd (Ebdulrehman Mihemed û Amêz Îngel), nûnerên grûpa jinên Kurd (Dr. Nîgar Elî Husên û Hêvîn Mihemed) û endamê navendê Şêxo Ebdo. Şand ligel Paul Galles, parlamenterê Lûksembûrgê ji partiya CSV (Partiya herî mezin a di parlamentoyê de û pêkhatê hikûmetê) ku di heman demê de endamê meclîsa şaredariya paytext e, civîneke encam da.

Di civînê de derfet hat dayîn ji bo gotûbêjkirina babetên hestiyar ên peywendîdar bi revenda kurdî li seranserî cîhanê. Şanda kurdî ronahî xistin li ser mafên rewa yên gelê Kurd, di nav de referandûma serxwebûna Kurdistanê, her wiha daxwaza naskirina fermî ya tawanên jenosîda Helebce, operasyonên Enfalê û komkujiya kurdên Êzidî kirin.

Di mijareke din a hevdîtinê de, pirsa bihêzkirina peywendiyên duqolî yên navbera Lûksembûrg û Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî û çandî ve hat gotûbêjkirin. Fikra vekirina nûnertiyeke bazirganî ya Lûksembûrgê li bajarê Hewlêrê û birêxistinkirina serdanên dîplomatîk ên asta bilind di paşerojê de wek gavên pratîkî hatin pêşniyarkirin. Her wiha daxwaz hat kirin ku grûpeke dostaniya kurdî-lûksembûrgî di nav parlamentoya wî welatî de bê avakirin û cejna Newrozê wek boneyeke çandî ya girîng a Kurdên li wî welatî bi fermî bê naskirin.

Ji aliyê xwe ve, parlamenterê lûksembûrgî girîngiyeke mezin da Kurdistanê û bi awayekî çalak beşdarî gotûbêjên derbarê çand, ol, ziman û bi hev re jiyana aştiyaneya pêkhateyên cuda li Kurdistanê bû. Şandê tekez li ser mafê çarenivîsê kir û hêvî xwest ku ev daxwaz bigihêjin serokatiya partiya wî û parlamentoya welatê wan.

Di heman hevdîtinê de, pirsa penaberên kurd ên li Lûksembûrgê ku ji Sûriye, Îran û Tirkiyeyê çûne wî welatî, bi girîngî hat axaftin. Şandê daxwaz kir ku bi çavekî mirovî û bi hûrbînî bi dozên wan re kar were kirin, bi taybetî ji ber wan astengiyên berdewam ên ku heta niha jî rûbirûyê gelek Kurdan dibin.

Civîn di keşûhewayekî erênî û tije bi rêz girtina dualî de bi dawî hat û wek destpêkek pir baş û hander ji bo avakirina hevkariyên zêdetir di paşerojê de hat wesifkirin.

Revenda kurdî li welatên Ewropayê di salên borî de roleke çalak di naskirina doza Kurd û avakirina lobiyeke dîplomatîk de lîstiye. Welatê Lûksembûrgê, wek yek ji welatên damezrînerên Yekîtiya Ewropayê û xwedî pêgeheke aborî ya pir bihêz, dikare roleke stratejîk di piştevaniya gelê Kurd û bihêzkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê de bileyîze. Hewlên Navenda Revenda Kurd li vî welatî beşek e ji stratejiyeke berfirehtir ji bo navdewletîkirina pirsên neteweyî û parastina mafên penaberên kurd li xerîbiyê.

___

Navenda Kurd a Diyaspora-Brûkselê ji bo li Belçîkayê federasyonek ava bike

Harmn

Kurdê Qazaxistanê Aliyev Azîz Ziyaeviç, Ji Aliyê Serok Komareê Kazakistanê ve Hat Xelatkirin

Harmn

Nûnertiya HAK-PARê Li Herêma Kurdistanê Pîrozbahî Li Konfederasyona Revenda Kurdistanî Kir

KDC