KDC

Şifa Barzanî: Zimanê kurdî bi man û nemana me ve girêdayî ye

 

Bi armanca yekxistina sîstematîk a dibistanên kurdî û parastina nasnameya neteweyî li derveyê welat (diyaspora), yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî li bajarê Düsseldorf a Almanyayê hat lidarxistin. Di çarçoveya vê kongreyê de, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, bal kişand ser giringiya hînbûna zimanê dayikê ji bo zarokên diyasporayê û eşkere kir ku îsal 2500 fêrxwazên kurd li seranserê cîhanê bi rêya online hînî zimanê xwe bûne û bawername wergirtine.

Revenda Kurdistanî li welatên Ewropa û cîhanê, ev salên dirêj in rûbirûyê metirsiya helîna çandî û ji bîr kirina zimanê dayikê bûye. Ji bo rêgirtin li vê metirsiyê û parastina nasnameya neteweyî, saziyên Kurdistanî bi hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hewlên xwe ji bo girêdana nifşê nû yê diyasporayê bi nîştiman ve zêdetir kirine. Yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî, werçerxaneke girîng û hengaveke kiryarî ye ji bo komkirina perçebûna dibistanên kurdî û rêkxistina wan di çarçoveyeke zanistî ya yekgirtî de, daku zimanê kurdî bibe mertalê parastina kurdên diyasporayê ji helandin û bişaftinê.

Di çarçoveya karên yekemîn Kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de ku îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an li bajarê Düsseldorf a Almanyayê hat saz kirin, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di daxuyaniyekê de bo “Mikrofona Revend” amaje bi stratejiya kongreyê kir û ragihand; armanca wan a sereke yekxistina hemû dibistanên zimanê kurdî ye li Ewropa û seranserê cîhanê. Ev yekxistin jî wek hengaveke zanistî û serkeftî tê dîtin ji bo gihandina zimanê şîrîn ê kurdî bo zarokên revenda Kurdistanî, ji ber ku ziman nasnameya rastîn a neteweya kurd e.

Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku roleke çalak hebûye di rexsandina derfeta xwendina online de ji bo zarokên kurd li hemû cîhanê. Bi rêya vê bernameyê, ders bi zaravayên Soranî, Kurmancî, Badînî, Zazakî û Hewramî tên gotin û tenê di vê salê de 2500 fêrxwazan zimanê xwe fêr bûne û bawernameya dawiyê wergirtine.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, handan û teşwiqkirina dayik û xwişkan kir da ku çi li malê û çi li derve roleke sereke bibînin di teşwiqkirina zarokên xwe de ji bo beşdarîkirina di van bernameyan de û axaftina bi zimanê kurdî di nav malbatên xwe de. Herwiha daxwaz ji wan dibistanên nû kir ku hatine nav Federasyona Ziman, ku bi şêwazeke rêkûpêktir û zanistî wan pirtûkên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ji wan re têne şandin, li ser zarokên diyasporayê belav bikin daku pêvajoya fêrbûnê bileztir û bi berhemtir bibe.

Şifa Barzanî tekez li ser xaleke çarenivîssaz kir û ronahî kir ku rast e hînbûna her zimanekî biyanî kesayetiyeke nû ji bo mirov ava dike, lê ji bo neteweya kurd ev mijar pir cuda ye û rasterast bi man û nemanê ve girêdayî ye. Ji ber ku di rabûrî de dijminên kurdan hemû hewlên xwe dane ji bo jinavbirina zimanê kurdî, mayîna ziman tê wateya mayîna neteweyê; heke ziman nemîne kurd jî namînin. Di heman demê de piştrast kir ku Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî hemû pêdiviyên hînbûnê dixe ber destê Kurdistaniyên diyasporayê, daku zimanê kurdî ji bo herdemê bi parastî bimîne.

 

 

Karzan Haedar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

Vaniessa Reşîd: Divê Em Çand Û Zimanê Kurdî Bi Cîhanê Bidine Nasîn

KDC

Nerwêc: Navenda Rewanda Kurdistanî û Anakas li hev civiyan 

KDC

Bi çavdêriya berpisê Navenda Rewanda Kurdistanî-Swîsra

KDC