KDC

Li Monakoyê teqînek pêk hat: 3 birîndar hene û hêzên ewlehiyê ketin amadebaşiyê

 

Di encama teqîna bombeyeke çandî de li ber avahiyeke niştecihbûnê li Monakoyê, 3 kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiya du ji wan giran e.

Ji ber vê teqînê, hêzên ewlehiyê yên Monako û Fransayê ji bo dîtina gumanbarekî ku ber bi hundirê Fransayê ve reviyaye, ketin rewşa amadebaşiyê.

Bûyer beriya saet 21:00an bi dema herêmî (19:00 GMT) li ser kolana Révérend Père Louis Frolla û li nêzîkî sînorê Fransayê pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê, teqemenî di hundirê çenteyekî de li ber avahiyekê hatiye hiştin; çente bi bizmar û perçeyên hesin hatibû tijîkirin da ku ziyaneke mezin bigihîne mirovan.

Piştî teqînê, zêdetirî 100 polîs û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê û herêm dorpêç kirin.

Polîsê Monakoyê ragihand ku her sê birîndar ji bo tedawiya bilez birine nexweşxaneyeke bajarê Nice yê Fransayê, lê nasnameya qurbaniyan heta niha nehatiye eşkerekirin.

Serokê Hikûmeta Monakoyê, Christophe Mirmand, diyar kir ku bi îhtimaleke mezin ev êrişeke bi zanabûn bûye. Mirmand eşkere kir ku kamerayên çavdêriyê gumanbarek tomar kirine ku çente li wî cihî daniye û piştre ber bi sînorê Fransayê ve reviyaye. Niha lêkolînên hûr bi hevkariya rayedarên Fransayê ji bo tespîtkirina nasnameya tawanbar berdewam dikin.

Monako wek yek ji herêmên herî aram û parastî yên cîhanê tê qebûlkirin ku tawankariyên bi vî rengî pir kêm lê diqewimin. Serokê hikûmetê tekez kir ku ev di dîrokê de cara yekem e ku bûyereke wiha li herêma wan tê tomarkirin. Her wiha Mîrê Monakoyê Albert II, ev kar wek “tawaneke qirêj” û “şokeke mezin” ji bo hemû civaka Monakoyê bi nav kir. Wî ragihand ku hemû dezgehên ewlehiyê yên welatê wî ligel hevpîşeyên xwe yên Fransî kar dikin da ku encamderên êrişê bibînin. Tê payîn ku rayedarên welat îro agahiyên nû yên derbarê lêkolînê de ji raya giştî ya Fransa û Ewropayê re ragihînin.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

Hêzên Îranê Teqe Li Kurdekî Kirine

KDC

Kurte jîyana şehîd Hazem Cemîl Mûsa simê

KDC

Konfederasyona Revenda Kurdistanî Pîrozbahî Li Kurdistan Tvyê Kir

KDC