KDC

Şanoya ‘Nuay Aram’ li Londonê dîroka êş û rizgariya gelê Kurd vedibêje

Li şanoya Arcola ya bajarê Londonê, şanoya bi navê “Nuay Aram” (Safe Haven) hat nîşandan. Di şanoyê de qonaxeke giring a dîroka gelê Kurd a sala 1991ê, bûyerên Koçberiya Mezin û biryara dîrokî ya avakirina herêma dijefirînê hatin nîşandan; ev biryar wek xaleke werçerxanê ji bo rizgariya Kurdan ji karesat û nexweşiyan tê dîtin.

Ev berhema hunerî ji aliyê Chris Bowers ve hatiye nivîsandin û Yad Deen derhêneriya wê kiriye. Bi lîstina bandorker a lîstikvanan, şanoyê karî can bide dîrok û bîranînên bi mîlyonan mirovan. Şanogerî çîroka êşê, berxwedana Kurdan a li çiyayan û rola dîplomatên mirovperwer di derbaskirina astengiyên siyasî de vedibêje.

Ji aliyê peywendiyên navdewletî ve, “Operasyona Hewandinê” (Operation Haven) wek serkeftineke stratejîk a mirovî tê pênasekirin. Anîna van bûyeran ser dikê (sehnê) nîşan dide ku dema mirovahî li ser dudiliya siyasî bihêz dibe, jiyana bi mîlyonan mirovan dikare bê rizgarkirin. Çimkî di sala 1991ê de berxwedana gelê Kurd a li çiyayan ew li ser piyan hiştin, avakirina herêma dijefirînê jî asîmanek da wan da ku careke din bi azadî nefesê bistînin.

Ev karê hunerî di heman demê de nîşana spasiyê ye ji bo Sir John Major, Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê, ji ber wan biryarên wêrek ên ku di sala 1991ê de dabûn. Her wiha ji bo wan dîplomatan e ku girêkên jeopolîtîk ên aloz ji bo parastina Kurdan çareser kirin. Pêşkêşkirina vê şanoyê peyamek e da ku cîhan dersên wê qonaxa giring her tim li ber çavan bigire.

 

Karzan Haidar

[email protected]

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

009647504475408

___

BT making progress on turnaround plan with earnings rise

kurdish dc

Li Almanya yê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, serdana çend Federasyon xwe û Komeleyên nû kir.

Harmn

DAIŞê Rêvebirê Pasaporta Ezemiyê Û 3 Hevalên Wî Kuştine

KDC