KDC

“Qewmê Rojê” ya Nîgarkêş Hasan Kesler Pêşengeheke Nîgarkêşiyê li ser Kurdên Êzîdî

 

Pêşengeha hunermend û nîgarkêşê Kurd Hasan Kesler ango Hesenê Hecî Tewfîq li Stenbolê li dar ket. Pêşkêşvanî û moderatoriya pêşengehê ji aliyê rojnameger û nivîskar Salih Kevirbirî hat kirin ku hevalekî nêzîk ê Hasan Kesler e û şêwirmendiya wî jî dike. Pêşengeha ku li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî çend roj berê vebû, wê heta 17ê Tîrmehê ji hezkiriyên hunerê ve vekirî be.

Mijara pêşengeha Hasan Kesler ku navê wê “Qewmê Rojê” ye, li ser Kurdên Êzîdî ne û wekî ji nav jî diyar e, li ser çanda qedîm a Êzîdiyan bixwe ye. Kesler, bi riya hunera xwe, çandeke qedîm dide jiyandin û nîşanî me dide û navekî jî li vê hunera xwe dike: Hafizeya Bindestan.

Hesen Kesler bi eslê xwe ji Misirca (Kurtalan) Sêrtê ye, bi salan e ku li Stenbolê dijî. Kesler mirovekî karsaz e û di warê avasazî û gastronomiyê de mirovekî serkeftî ye. Tevî ku ew li dibistana seretayî û navîn di warê wênesazî û nîgarkêşiyê de zîrek û şareza jî bûye, bi awayekî profesyonel ev kar nekiribû. Lê cara yekê di pandemiyê û serdema koronayê de ku herkes di mala xwe de bû, dest bi çêkirina tabloyan kiriye û di nava 2 salan de bêhtirî deh tabloyên nîgarkêşiyê çêkirine ango neqişandine.

Pêşengeha li Stenbolê, pêşengeha sêyemîn e. Wî par jî li Stenbolê û li Amedê (Diyarbekirê) pêşengeh vekiribûn û berhemên wî rastî eleqe û baldariyeke mezin hatibûn.

Tarîx, ne tenê ji belgeyên nivîskî pêk tê; herwiha di bîra mirovan de, di duayan de, di kilam û stranan de û di qewimînên jiyana rojane de veşartî ye. Bi taybetî ji bo civaka Kurdên Êzîdî ku hebûna wan di berdewamiya dîrokê de bi zext û hewldanên tunekirinê re rûbirû maye û zindîhiştina çanda wan, bi serê xwe têkoşîneke hebûn û berxwedanê ye. Ji ber vê yekê, pêşangeha Hasan Kesler, qeydeke dîtbarî ya vê têkoşîna qedîm pêşkêşî me dike.

Kesler, di xebatên xwe de ne tenê dikeve pey lêgerînên estetîk, herwiha “mohreke dîrokî” jî li ser hişê me yê hevpar datîne. Di nexş û motîfên Tawisê Melek heta nîgarên tav û rojê de, em kûrahiya çanda Kurdên Êzîdî, tevî belavkirina tariya li ser vê çandê û têkoşîna beramberî vê tariyê jî dibînin.

Hesen Keslerê nîgarkêş ango wênesaz, di heman demê Endamê Lijneya Birêveber a Weqfa Îsmaîl Beşikcî ye.

Jar Jan Dilpolo / Stenbol

___

Almanya: Şandeke navenda rewanda Kurdistanî beşdarî kampeke hunerî ya Şêwekariyê ( Art Camp ) dibe 

KDC

Sîrwan Barzanî: Metirsiya terorê li ser Mexmûr û Qereçox berdewme

KDC

Metirsiya Destpêkirina Şerê Keşmîrê Heye

KDC