KDC

Festîvala Green Man 10 sal e muzîk û hêviyê dibexşîne penaberên li Brîtanyayê

Di demek de ku ji bo gelek ciwanan beşdarbûna di festîvalên muzîkê de tenê derbasnekirina demê ye, Festîvala Green Man li herêma Walesê ya Brîtanyayê ev ezmûn kiriye dergehek ji bo vegerandina baweriyê û dayîna enerjiya erênî bo penaberan.

Di nava 10 salên rabûrî de, ev destpêşxeriya kêmwêne bûye hêlînek ji bo perwerdekirin û tevlîkirina penaberan di nav civaka nû de û fêrkirina gelek karînên girîng ên jiyanê.

Bernameya ku baskekî xêrxwaziyê yê festîvalê ye, heta niha hembêza xwe ji bo 191 penaber û daxwazkarên mafê penaberiyê vekiriye ku ji 52 welatên cihêreng berê xwe dane Brîtanyayê. Piranîya beşdaran temenê wan di navbera 18 heta 28 saliyê de ne. Armanca sereke ya projeyê ne tenê pîrozkirin û aheng e, belkî perwerdeyeke rasteqîn e daku penaber fêrî avakirina têkiliyan, danûstandina saxlem ligel mirovan û birêvebirina karan bibin.

Ev proje bandoreke mezin a derûnî li ser beşdaran hiştiye. Wekî mînak, ciwanên wekî Mîna û Cawîd ku ji bin desthilatdariya Talîbanê li Afxanistanê reviyane û muzîk li cem wan qedexe bû, niha di vê festîvalê de ne tenê bi kultûra Brîtanyayê nas dikin, belkî tirsa wan dişkê û depresyon û enerjiyên neyînî yên rabûriyê ji wan dûr dikevin.

Bi heman awayî, penaberên welatên wekî Ukrayna û Misrê vê derfetê wekî destpêkek geş û handerekê dibînin ji bo xizmetkirina civaka mazûvan. Şikandina berbesta şermê, avakirina dostaniyên nû û dîtina derfetên kar, beşek in ji wan berheman ku penaberan bi rêya vê festîvalê bi dest xistine. Di serdemekê de ku cudakarî û gotinên nexweş li hemberî penaberan tên kirin, organîzatorên festîvalê bawer dikin ku ev proje wê rastiyê destnîşan dike ku penaber kesên wisa ne ku tenê li dû jiyaneke aram digerin û di beramber de jî dikarin xizmeteke mezin pêşkêşî kultûr û civaka xwe ya nû bikin

 

Karzan Haidar

https://www.facebook.com/karzan.haedar.7

[email protected]

___

Îran Welatiyekî Din Ê Kurd Desteser Kiriye

KDC

Civîna Komîteya Giştî Ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî Hat Lidarxistin

KDC

Komeleya Aştî beşdarî Festîvala Paulusfeesten li Ostend, Belçîka dibe

Harmn